QSDˋê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kir

QSDˋê ragihand ku 2 şervanên wan Birûsk Efrîn û Amed Hesekê şehîd bûn.

QSDˋê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kir
13 ÇILE, 2025   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe aşkera kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"2 Şervanên me, piştî destanên lehengiyê di êrişên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de nivîsandin, gihîştin asta şehadetê. Navên şehîdan wiha ne: Birûsk Erîn (Hozan Mihemed) û Amed Hesekê (Silêman Izedîn Xelef).

Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin û soza şopandina rêça şehîdên xwe heta pêkanîna armancên wan dubare dikin.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Birûsk Efrîn

Nav û paşnav: Hozan Mihemed

Navê dayikê: Kewser

Navê bav: Ebdurehman

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-gundê Huriyê-3ˋê Çileya 2025ˋan

 

Nasnav: Amed Hesekê

Nav û paşnav: Silêman Izedîn Xelef

Navê dayikê: Fesle

Navê bav: Izedîn

Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê/1974

Cih û dîroka şehadetê: Çiyayê Kezwan-13ˋyê Çileya 2025ˋan."

(fr)