Til Temirê û zêdetirî 100 gundên wî bê kehrebe ne

Ji berê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê, bajarê Til Temir û zêdetirî 100 gundên wî bê kehrebe ne û di karesateke mirovî re derbas dibin.

Til Temirê û zêdetirî 100 gundên wî bê kehrebe ne
14 ÇILE, 2025   03:45
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Di 18ˋê Kanûnê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El Kêf ê li rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê hedef girtibû. Di encamê de xetên kehrebê yên (66 kf) ku kehrebê didin Til Temirê û xeta serke ya kehrebê ye hatin wêrankirin.

Di encama vê êrişê de stasyona kehrebê ji xizmetê derket û bi wê re kehrebe li ser navenda bajêr û zêdetirî 100 gundên li gundewarê wî qut bû.

Der barê mijarê de hevserokê Navenda Kehrebê ya Til Temirê Emîn Mosqelî diyar kir ku ji ber êrişên bênavber li dijî xetên kehrebê krîz zêdetir dibe û hewldanên sererastkirinê jî rûbirûyî xeteriyê ne.

Mosqelî wiha domand: "Di her cara ku tîmên sererastkirinê berê xwe didin stasyonê ji bo ku çêkirin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yekser wan hedef digirin. Bi wê re neçar dibin ku paşde vegerin."

ˋSEDEMA ÊŞA WELATIYAN DEWLETA TIRK Eˊ

Mosqelî diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku stasyona Til Temir û xetên kehrebê tên hedefgirtin, beriya wê bi 34 caran hatiye hedefgirtin.

Mosqelî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker berê jî gelek sûcên mezin pêk anîne, ava bîrên Elokê l iser Temirê û bajarên Hesekê û gundewarên wan qut kiriye. Niha jî heman siyasetê dimeşîne.

ˋHEWLDANÊN SIVIKKIRINA KRÎZÊˊ

Tevî rewşên zehmet, Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê ji bo sivikkirina êşên xelkê hewldanên xwe dike. Mosqelî diayr kir ku deste ji stasyona kehrebê ya li gundê Eb El Tînê, ku kehrebeya xwe ji stasyona bendava xerbî Hesekê digire, di hefteyê de 3 saetan kehrebê dide bajêr û gundewarên wî. Ew hewldan tenê ji bo rewşên awarte ne.

ˋBANGÊN DESTWERDANA NAVNETEWEYÎˊ

Li hember van binpêkirinan Mosqelî bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û van êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên herêmê rawestînin.

Mosqelî wiha berdewamî da gotina xwe: "Ev êriş ne tenê li dijî jiyana welatiyan e, lê belê bi armanca alozî û fitne di nava welatiyan de derkevin û bêîstîqrarî çêbe."

ˋKRÎZA BERDEWAM E Û ÇARESERÎ DEMKÎ NEˊ

Şêniyên bajarê Til Temir û gundewarê wî ji zêdetirî mehekê ve di tariyê de ne û tu çareseriyên mayînde ji bo kehberê tune ne. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber êrişî binesaziyê dikin.

Pêdiviya vê karesata mirovî bi tevgereke lezgîn a di hemû aliyan de heye da ku jiyana xwezayî li Til Temir û gundewarê wî vegerin û sînor ji binpêkirinên li dijî welatiyan werin danîn.

(fr)

ANHA