Hewldanên Heyva Sor a Kurd ên ji bo dermankirina kansera pêsîrê

Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd rojane bi sedan jinan pêşwazî dike û di meha Cotmehê de ku bi Cotmeha Pembeyî ya ji bo dîtina kansera pêsîrê tê naskirin, kar û xebatên xwe zêde dike. Nexweşxane xizmetên xwe bê pere pêşkêş dike.

Hewldanên Heyva Sor a Kurd ên ji bo dermankirina kansera pêsîrê
18 cotmeh, 2024   09:07
QAMIŞLO

Pispora radyolojiyê ya nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a li Qamişloyê Warbîn Îbrahîm di beşa dîtina zû ya kansera pêsîrê de kar dike. Warbînê diyar kir ku di meha Cotmehê de ku kar û xebatên wan zêde dibin.

Desteya Tenduristiyê bi koordîneya Heyva Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, dest bi kampanyaya teşhîskirina vê nexweşiyê kiriye. Di vê çarçoveyê de û ji bo dîtina zû ya vê cureya kanserê û dermankirina wê, semîner tên lidarxistin û broşûr tên belavkirin.

Warbînê got: "5 sal e Heyva Sor a Kurd xebatên xwe di vî warî de pêşkêş dike. Em rojane jinan pêşwazî dikin. Kar û xebatên me di Cotmeha Pembeyî de zêdetir dibin."

Li gorî Warbînê li navendê bi rêya amûrên mamogramê û îkogramê test ji jinan re tên çêkirin.

Warbînê wiha domand: "Cîhaza mamogramê dikare kanserê pêsîrê di qonaxên pêşîn de heta beriya 3 salan jî bibîne."

Warbînê diyar kir ku heke tumorek di pêsîrê de bê dîtin, navend nimuneyekê ji tevnên dora wê dibe yan jî rohnên ji herêma guman pê heye jê dibe û di bin mîkroskopî de tê lêkolînkirin.

Warbînê da zanîn ku ev xebat tev da bê pere ye.

Li gorî daneyên nexweşxaneyê ji destpêka salê ve ji nav hezar û 235 jinên test çêkirine, 24 jin pê re kansera pêsîrê derketiye. Sala 2023`yan ji hezar û 850 jinên test çêkirine, 35 jin pê ketine. Sala 2022`yan jî ji hezar û 860 jinên test çêkirine, 35 jin pê ketine.

Warbînê bang li jinan kir ku testên kansera pêsîrê mehê carekê çêkin û got: "Heke tumorek di bin çeng de yan jî di pêsîrê de hebe, yan jî ji memikê rohnên nenormal biherikin, yan jî çermê li dora memikê jê rabe, yan jî sor bibe û alarjî hebe, yan jî hecimê pêsîrek yan jî her du pêsîr mezin be, wê demê divê serdana bijîşkê/a pispor were kirin."

XEBATÊN DERMANKIRINÊ

Ne tenê jin bi kansera pêsîrê dikevin, lê mêr jî rû bi rûyî wê ne. Li gorî Warbînê 2 mêr bi vê cureya kanserê ketibûn.

Nexweşxaneya Heyva Sor ne tenê xebatên testkirinê, xebatên dermankirinê bi rêya komeke bijîşkên pispor bê pere pêşkêş dike.

(şx)

ANHA