Dema xebata UNAMI heta salekê hate dirêjkirin

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi dengdana ku îro li darxistî de dema karkirina UNAMI ya li Iraqê salek dirêj kir.

Dema xebata UNAMI heta salekê hate dirêjkirin
31 gulan, 2024   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 11’ê Gulanê de hikûmeta Iraqê ragihandibû ku erkê UNAMI ya li Iraqê wê di Çileya sala 2025’an de bi dawî bibe û diyar kir ku êdî pêwîstî bi rola siyasî ya UNAMI’yê nemaye.

Lê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, di dengdana îro lidarxistî de ragihand ku dema karkirina Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) heta 31’ê Kanûna sala 2025’an dirêj kiriye.

Alîkarê Nûnerê Daîmî yê DYA’yê Robert Wood diyar kir ku erka UNAMI cara dawî hatiye dirêjkirin û diyar kir ku şandeyê erka xwe bi cih aniye.

 Robert Wood diyar kir ku UNAMI dê di dema vê pêvajoyê de di mijarên wekî piştgiriya teknîkî ya ji bo hilbijartinan û parastina mafên mirovan de alîkariyê bide.

UNAMI, şandeke siyasî ya taybet ku di sala 2003 de, li gor biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 1500, li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê piştî rûxandina rejîma Sedam Hisên hate damezrandin.