Dagirkeran li Til Hemîsê 11 kes birîndar kirin

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundewarê Til Hemîsê de 11 kes birîndar bûn.

Dagirkeran li Til Hemîsê 11 kes birîndar kirin
31 gulan, 2024   21:42
NAVNDA NÛÇEYAN

Balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker gundewarê gundên Henwa û Selmase yên girêdayî bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê bombebaran kirin. Dema ku şênî ji bo rakirina birîndaran berî dan cihê bûyerê dewleta Tirk a dagirker careke din êrişek hewayî pêk anî.

Di êrişê de jin û zarok jî di nav de 11 welatî birîndar bûn.

(bb)

ANHA