Dê Netanyahu têkildarî gefên Îranê civîneke ewlehiyê li dar bixe

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê îro bi Wezîrê Parastinê Israel Katz û serokên saziyên ewlehiyê re civîneke ewlehiyê têkildarî tehdîdên ji Lubnanê û Îranê tên, li dar bixe.

Dê Netanyahu têkildarî gefên Îranê civîneke ewlehiyê li dar bixe
7 hezîran, 2026   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Îsraîlê Yedioth Ahronoth îro ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê îşev bi Wezîrê Parastinê Israel Katz û serokên saziyên ewlehiyê re civîneke ewlehiyê ya sînorkirî li dar bixe da ku gefên ji Lubnan û Îranê tên nîqaş bike.

Baregeha Navenda Avakirina "Xatem El Enbiya" ya Îranê îro diyar kir ku "Êrişên Îsraîlê li ser taxên başûrê Beyrûtê dê bêbersiv nemînin."

Di heman çarçoveyê de, berdevkê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya li Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî îro aşkera kir ku welatê wî dê "îşev" bersivê bide hedefgirtina taxên başûrê Beyrûtê.

Rezayî bi rêya hesabê xwe yê Xˊê destnîşan kir ku welatê wî dê bi biryar û bi êş bersivê bide hedefgirtina taxên başûrê Beyrûtê û got, "Îşev, li asîmanên deverên dagirkirî binêrin."

Li gorî artêşa Îsraîlê, bi fermana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz, îro balafirên şer ên Îsraîlê li ser taxên başûrê Beyrûtê êrişeke asîmanî pêk anî.

Li gorî raporên Îsraîlê, Tel Avîv rêveberiya Amerîkayê ji êrîşa li ser herêma Marîca ya li dahiya başûrê Beyrûtê agahdar kiriye, berî ku êriş pêk were.

(fr)