Li Iraqê di qezayekê de 21 kes mirin

Wezareta Tenduristî ya Iraqê ragihand ku ji ber qulibîna otubuseke rêwiyan li ser rêya Zîqar-Besrayê 21 kes jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

Li Iraqê di qezayekê de 21 kes mirin
7 hezîran, 2026   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, di saetên êvarî de li Parêzgeha Zîqar-Besrayê ya Iraqê di bûyereke qezayê de 40 kes bûn qurbanî.

Hate ragihandin di nava qurbaniyan de welatiyên Îranî ku bi armanca ayînî hatibûn Iraqê jî hene.

Hate ragihandin ku qeza li ser rêya di navbera Zîqar-Besrayê pêk hatiye, di bûyerê de 21 kesan jiyana xwe ji dest daye û 19 kes jî birîndar bûne.