Rewşenbîran banga yekitiya nîştimanî kir

Rewşenbîrên kantona Tebqayê ji bo avakirina sîstemeke demokratîk ku bibe hêza aştiyê, tekezî li ser girîngiya xurtkirina yekitiya di navbera pêkhate, çand û baweriyên li Sûriyeyê de, kir.

Rewşenbîran banga yekitiya nîştimanî kir
7 ÇILE, 2025   04:10
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Bi rûxandina rejîma Esed re, li gelek bajarên Sûriyeyê telihevî, binpêkirin, revandin û kuştinên mezhebî rû dan û hewldanên ji bo çêkirina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de zêde bûn.

Rewşenbîrên ji Tebqayê banga yekkirina gelên Sûriyeyê û dûrketina ji mezhebperestiyê kir.

Rewşenbîr Tirkiya El Hamada wiha got: "Sûriye di nava guhertinên siyasî û leşkerî yên bilez re derbas dibe, di vê qonaxê de pêdivî bi hevgirtina gelê Sûriyeyê heye û pêşîgirtina nakokiyên ku çete hewl didin di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de gur bikin. "

Tirkiya El Hemeda bal kişand ser hevgirtina ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên derbasbûyî de bi dest xistiye û destnîşan kir ku şoreşa herêmê pergala neteweya demokratîk pejirand û hemû pêkhate di bin banekî de anîn ba hev, dûrî mezhebperestî û neteweperestiyê, vê yekê jî aştî û aramiya herêmê xurt kir.

Mîlad Faris jî der barê mijarê de wiha got: "Eger em dixwazin Sûriyeyeke yekgirtî, dûrî şer û wêraniyê, dûrî nîjadperestî û mezhebperestiyê ava bikin, divê em bi hemû neteweyan re bibin yek û destê xwe bidin hev.”

El Faris wiha pê de çû: "Em gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava hevgirtineke mezin a neteweyî û mirovî de dijîn û em li ser rêgezên biratiya gelan, fikra Rêber Abdullah Ocalan û şopa şehîdên xwe ne. Ji ber vê yekê em li dijî parçebûnê ne û em hêvî dikin.”

Çalakvanê bi navê Usama Ehmed jî got: "Tişta ku îro piştî rûxîna rejîma Baasê ji bo me lazim e, hevgirtina gelê Sûriyeyê bi hemû mezheb û pêkhateyan e, ji bo destpêkirina qonaxeke nû û avakirina Sûriyeyeke nû ya dûrî dîktatorî û sîtemkariyê. "

El Ehmed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Rêveberiya Xweser û wiha got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ezmûneke rast û demokratîk e ku kariye hemû pêkhateyan bêyî cudakarî di bin banê welat û îradeya giştî ya gel de bicivîne. Ezmûneke ku mirov dikare jê sûd werbigire di pêvajoya avakirina Sûriyeyê de, ji bo avakirina dewleteke sivîl, piralî û demokratîk. "

(k)

ANHA