Daxuyaniya MSD'ê ya salvegera şoreşê: Divê pêvajoyeke siyasî ya demokratîk were destpêkirin

MSD'ê di salvegera 15`emîn a şoreşa Sûriyeyê de diyar kir ku pêdivî bi destpêkirina pêvajoyek siyasî ya demokratîk a berfireh heye, ku beşdariya hemû welatiyên Sûriyeyê di avakirina siberoja welêt de misoger bike.

Daxuyaniya MSD'ê ya salvegera şoreşê: Divê pêvajoyeke siyasî ya demokratîk were destpêkirin
15 adar, 2026   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di salvegera 15`emîn a şoreşa Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.

MSD'ê diyar kir ku ev şoreş bûyer gaveke dîrokî bû tê de Sûriyeyiyan îradeya xwe ji bo guhertin û avakirina dewletek li ser bingeha azadî, rûmet û edaletê nîşan dan.

MSD'ê bi bîr xist ku welatiyên Sûriyeyê li bajar û bajarokên cûda daketin kolanan, mafên xwe yên bingehîn xwestin û diyar kirin ku divê siberoja welêt li ser îradeya gel, serweriya hiqûqê û rêzgirtina ji bo pirrengiyê were avakirin.

MSD`ê destnîşan kir ku hilweşîna rejîma Beşar Esed dawî li serdemeke dirêj a zordarî û dûrxistina siyasî anî û rûpeleke nû di dîroka Sûriyeyê de vekir û wiha domandin "Van veguherînan ji bo ji nû ve avakirina dewletê li ser bingehên saxlem, bidawîkirina tundiyê û vekirina rê li ber qonaxeke nû ya neteweyî, derfeteke dîrokî peyda kir."

MSD`ê banga destpêkirina pêvajoyek siyasî ya demokratîk a rastîn a li ser bingeha diyalogeke neteweyî ya berfireh kir ku beşdarbûna hemû welatiyên Sûriyeyê bêyî cudahî misoger bike û nivîsandina peymanek civakî ya nû ku dewletek sivîl a demokratîk û li ser bingeha hevkariyê ava bike.

Her wiha bal kişand ser girîngiya ji nû ve avakirina saziyên dewletê li ser bingehên pîşeyî û neteweyî, xurtkirina serweriya qanûnê û pejirandina modelên rêveberiya demokratîk.

MSD`ê  destnîşan kir ku bidestxistina aramiyê li Sûriyeyê hewce dike ku bandorên salên pevçûnê werin çareserkirin û diyar kir ku çareserî jî bi eşkerekirina çarenûsa girtiyan û windahiyên bi zorê û xebata ber bi lihevhatina civakî ve, pêk tê.

 MSD`ê daxuyand ku edaleta veguhêz şertekî bingehîn ji bo avakirina aştiya domdar e.

Di dawiyê de, MSD`ê diyar kir ku ew  amade ne bi hêzên neteweyî yên Sûriyeyê bixebite da ku rêyek siyasî ya demokratîk ava bike ku yekitî û serweriya Sûriyeyê biparêze û dewletek sivîl a piralî û li ser bingeha hevkariyê ava dike.

MSD`ê Her wiha ji bo berxwedan û qurbanîdana wan hemû gelê Sûriyeyê silav kir.

(k)