Danezana Destûrî ya nû: Destpotiya bêyî maska demokrasiyê

Danezana Destûrî ya ku vê dawiyê li Şamê hat ragihandin, cudahiya wê ji destûrên Partiya Basaê nîn e, di warê çespandina desthilatdariya yek partî, yek reng, yek netewe û yek olî de. Lê ya rast ku Danezana Destûrî bi çend gavan destûra Baasê derbas kiriye.

Danezana Destûrî ya nû: Destpotiya bêyî maska demokrasiyê
25 adar, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Bi rûxandina rejîma Baasê li Sûriyeyê, hêviyên sûriyeyiyan ji bo guhertina demokratîk geş bûn ku dawî li stemkarî, paşverûtî û desthilatdariya yekpartî, yek mezheb û yek neteweyî bîne.

DESTPOTIYEKE NÛ BI KIRASEKÎ NÛ

Lê belê desthilata nû li Şamê, bi serokatiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) heta niha tu helwesteke rasteqîn nîşan nedaye ku hêviyên sûriyeyiyan bêk bîne, ev yek di gelek kiryaran de xuya dike, nemaze lidarxistina diyalogeke nîştimanî ku gelek pêkhateyên Sûriyeyê yên siyasî û civakî li derve hiştine. Her wiha Danezaneke Destûrî derxist ku li gorî pir derdoran ew berdewama destûrên Partiya Baasê ne, ya bi dehan salan desthilatdariya otorîter bi cih kiribû, hin derdor jî di wê baeriyê de ne ku ew ji destûrên Baasê xirabtir e.

Destûra dawîn ya Sûriyeyê di 27’ê Sibata 2012’an de hat derxistin, ew destûra pêncemîn a Sûriyeyê bû, lê piştî rûxandina rêjîma Baasê di 29’ê Çileya 2025’an de bikaranîna wê bi fermî hat rawestandin.

NASNAMEYA OLÎ DI DESTÛRÊ DE: ÇESPANDINA PAŞGUHKIRINÊ

Danezana Destûrî ya nû di çend bendên xwe de wek naveroka destûra 2012`an e, wek mînak destnîşan dike ku ola serokkomar îslam e û fiqha îslamî çavkaniya bingehîn a zagonan e ku olên din paşguh dike û nahêle ku welatiyên wan bibin serok, ev jî berovajî karakterên olî û mezhebî yên Sûriyeyê ye.

DI BIN DESTHILATA YEK NETEWEYÊ DE PIRZIMANÎ TÊK DIÇE

Hem Destûra sala 2012`n û hem jî Danezana Destûrî ya nû, erebî wek zimanê fermî yê welat destnîşan dike ku cihêkariyê li dijî komên etnîk û civakên din xurt dike û wan ji mafê jiyana wekî welatiyên li welatê xwe bê par dike.

Ev naverok her wiha hêzê dide desthilatdaran ku eger pêkhateyek bixwaze zimanê xwe li saziyên giştî û saziyên perwerdeyê bi kar bîne, biçewisîne. Jixwe sûriyeyiyan salên dirêj di bin destilatdariya Baasê de derdê bê yekê kişandin, nehiştin bi zimanê xwe bipeyivin. Dibe ku ev cudahî bigihêje sînordarkirina derfetên xwendinê û kar ji bo van pêkhateyan û heta dûrxistina wan ji nûnertiya Sûriyeyê ya dîplomatîk û siyasî li ser asta navneteweyî.

DESTHILATA SEROK BÊ SÎNOR E... MEKANÎZMAYÊN HESABPIRSÎNÊ LI KU NE?

Danezana Destûrî ya nû desthilatên berfireh dide serokkomar, di madeya 32’yan de diyar dike ku ew fermandarê herî bilind ê artêşê û hêzên çekdar e, bêyî ku mekanîzmayên lêpirsînê diyar bike, ev jî rê li ber destpotiyeke bêsînor vedike, ji ber ku biryara leşkerî û siyasî di destê kesekî de ye.

Madeya 50’an a Danezana Destûrî her wiha desthilatê dide serokkomar ku bi erêkirina du ji sê parên Meclisa Gel, danezana destûrî bi xwe jî biguherîne. Ev jî tê wateya ku desthilata serok bi demê re dê mezin bibe, dibe pêvajoya derbasbûnê her û her dirêj bike.

DI FERHENGA DESTHILATDARÊN ŞAMÊ DE PEYVA DEMOKRASÎ TUNE YE!

Tevî ku rejîma Esed bi rastî demokrasiyê nas nekir, lê destûrên Baasê, bi kêmanî bi awayekî fermî, bendên ku tê de diyar dikin ku Sûriyeyê dewleteke demokratîk e di destûrê de hebûn. Di nav Danezana Destûrî ya nû de bi tevahî peyva demokrasî tune ye, ev jî nîşan dide ku hikumeta nû di bin bandora tevgerên olî yên tundraw de ye ku her şêwazek rêveberiya demokratîk napejirîne.

HILWEŞANDINA HIKUMETÊ JÎ DI NAV DE... HEMÛ DESTHILAT DI DESTÊ SEROK DE YE

Di madeya 118’av a destûra sala 2012'an de, digot ku Encûmena Wezîran heye, serokwezîrê wê ji aliyê serokkomarê ve tê destnîşankirin, ew serokwezîr çavdêriya cîbicîkirina zagonan dike û çavdêriya karê dezgeh û saziyên dewletê dike. Her çend di dema desthilatdariya Baasê de rola serokwezîr bi piranî şeklî bû jî û desthilata rastîn di destê serokkomar de bû, lê di Danezana Destûrî ya nû de ev post bi tevahî ji holê hat rakirin û hemû hêzên cîbicîkar radestî serokkomar hatin kirin.

MECLISA GEL BÊ BIRYAR E... SEROK ZAGONSAZ E

Danezana Destûrî her wiha desthilatê dide serokkomar ku endamên hikumetê, endamên Meclisa Ewlekariya Nîştimanî û dadwerên Dadgeha Destûrî ya Bilind destnîşan bike, her wiha ew dikare sêyeka endamên Meclisa Gel destnîşan bike, her wiha komîteya ku sî yên mayî hildibijêre ji aliyê serokê komarê ve tê erkdarkirin, ev jî çi derfetek ji bo parlamentoyek ku bi rastî îradeya civaka Sûriyeyê temsîl dike têk dibe.

Dema ku mirov naveroka Danezana Destûrî vekolîn dike, diyar dibe ku serokê pêvajoya derbasbûnê dikare rasterast bandorê li desthilata zagonsaziyê bike, dikare her zagonekê red bike û her wiha dikarê ji pejirandina zagonekê jî hijmara dengan zêde bike.

DESTÛRA VEGUHÊZ E LÊ ÇESIPANDINA DESTPOTIYEKE DEMDIRÊJ E?

Eger em Danezana Destûrî ya nû bidin ber destûra Partiya Baasê ya sala 2012’an, diyar dibe ku tu guhertineke erênî pêk neaniye, lê belê hîn bêhtir hêz di destên serok de kom kiriye, siyaseta dûrxistina pêkhateyên Sûriyeyê yên ne Ereb û ne misilman kûr kiriye û her her wiha demokrasî û piralîbûn bi tevahî paşguh kiriye. Ev geşedan nîşan dide ku Sûriyeyê ber bi rejîmeke ji ya Baasê zêdetir destpot ve diçe.

(k)

ANHA