Nisrîn Ebdullah: Konferansa Jinên Kurd rêya îfadekirina nasnameya heqîqî ye

Yek ji Fermandara YPJ`ê Nisrîn Ebdullah Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi xweparastinê pênase kir û diyar kir ku wan berê gotiye ew ê xwedî li hebûn û xwebûna xwe derkevin, ji bo vê yekê jî sozdar in.

Nisrîn Ebdullah: Konferansa Jinên Kurd rêya îfadekirina nasnameya heqîqî ye
25 adar, 2025   02:35
QAMIŞLO

Di Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava ya ku (23`ê Adar 2025) bi beşdariya 300 delegeyî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin de, nûnerên ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî beşdar bûn. Yek ji Fermandara YPJ`ê Nisrîn Ebdullah têkildarî hest, coş û girîngiya konferansê nerîna xwe bi ANHA`yê re parve kir.

Nisrîn Ebdullah destnîşan kir ku li hola konferansê heyecaneke pir mezin hate dîtin, jinên Kurd bi nasnameyên xwe yên siyasî û rêxistinî cihê xwe girtine, ji bo avakirina pergala ku karibe nasnameya heqîqî ya jina Kurd îfade bike, têkoşîn dike. kombûyîna jinan cihê silavakirinê dît û wiha got: “Lidarxsitina konferansê pêwîstiyeke, wê ji bo jinên Kurd bibe rêyeke ku tê de karibe îfadeya xwe bike. Bila jin vê konferansê bizivirînin hêza misogeriyê û helwesta daxwaza mafê xwe.”

Nisrîn Ebdullah bal kişand ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê û diyar kir ku bi taybet wan 13 sal ji şoreşê derbas kir, niha jî derbasî 14 salan bûne. Di vê şoreşê de wan qurbaniyên gelekî bi nirx û giranbuha dane û wiha pê de çû: “Em şehîdên xwe bibîrtînin û bi vê kombûyîna wan şad dikin, ew hesreta ku di dilê wan de ma, em dixwazin li vê deverê zindî îfadeya wê bikin. îro jinên Kurd li hev kombûne û bi hev re biryarên dîrokî digirin.”

Nisrîn Ebdullah da zanîn ku wan di konferansê de mijarên girîng nîqaşkirine, bi taybet weke jinên Kurd bi nasnameya xwe ya Kurdî çawa karibin misogeriya mafê netewa xwe û mafê jin bikin. Wan di nava şoreşê de her dem xwest di nasnameya xwe de îfadeya jinan li Sûriyeyê jî bikin, ew xwesteka îfadeya nasnameya jinan a veguherî gerdûnî jî. Bi taybet jî bi slogana ku Rêbertiya wan bi pêş xist û jina Kurd jê re pêşengtî kir ew jî slogana “Jin, Jiyan, Azadî” ye û ser daxwazên wan li Sûriyeyê ev tişt anî ziman: “Em dixwazin niha jî bi têkoşîna avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî ku tê de edaleta civakî hebe û wekheviya her du cinsan hebe, nîqaş dikin.”

`KONFERANS BI XWE XWEPARASTINE`

Di nirxandinên xwe de Nisrîn Ebdullah bal kişand ser mijara parastinê ku yek ji mijarên girînge û konferansa bi xwe jî bi xweparastinê ve pênase kir, diyar kir ku heke misogeriya nasname û mafê jin tune be, wê parastina wê jî tune be û wiha dom kir: “Di konferansê de em biryara xweparastinê didin. Ji ber ku me bedel dane, em biryar didin ku wê mafê me were misogerkirin û em amade ne dîsa jî bedel bidin. Me gotiye em ê xwedî li hebûn û xwebûna xwe derkevin. Jina Kurd îro bi hebûn û xwebûna xwe di qadên şer de îfadeya vê yekê şênber dike. Jinên ku di konferansê de kombûne jî pişta xwe bi wan jinên ku îro di cebheyê de wan dibparêzin xurt dike, silavê me ji bo wan heye.”

Nisrîn Ebdullah destnîşan kir ku li kêleka misogeriya maf, divê mirov bizanibin mijara mirin û mayînê hîn xelas nebûye, divê di qada parastina cewherî de lawazî dernekeve û got: “Em bi sozdarî xebatê dikin, niha jî em wê sozdariyê nû dikin. Bi şanazî heta dawiyê em ê bi hev re dewam bikin.”

(ekib)

ANHA