Dan û standinên Şam-Tel Avîvê û naskirina dewleta Filistînê rojevên rojnameyên erebî ne

Li gel dan û standinên di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê de jî êrişên Îsraîlê û derbasbûna nav axa Sûriyeyê berdewam dikin. Naskirina navneteweyî ya dewleta Filistînê berfireh dibe.

Dan û standinên Şam-Tel Avîvê û naskirina dewleta Filistînê rojevên rojnameyên erebî ne
22 îlon, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser dan û standinên di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê de û helwesta serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li ser zêdebûna hejmara welatên ku dewleta Filistînê nas dikin.

DAN Û STANDINÊN DI NAVBERA HIKUMETA VEGUHÊZ A SÛRIYEYÊ Û TEL AVÎVÊ DE

Der barê mijara Sûriyeyê de, rojnameya El Mudun a wiha nivîsand: "Hêzên Îsraîlê derbasî nava herêmên bêçek ên li gorî peymana agirbestê ya 1974`an û yên derveyî wê dibin. Di hevdîtina xwe ya li gel rojnamevanan de, El Şari got ji 8`ê Kanûnê ve Îsraîl zêdetirî 400 caran derbas bûye, her wiha zêdetirî hezar êriş pêk anîne.”

Rojnameyê wiha dewam kir: "Girêdanek di navbera dan û standinan û derbasbûnên Îsraîlê de heye. Derbasbûna bi awayekî azad tê kirin nîşan dide ku Îsraîl dikare rewşekê li ser axa Sûriyeyê ferz bike, ku ev yek jî pozîsyona El Şeri di dan û standinan de qels dike.”

‘ŞERI JI BO PIŞTGIRIYA NAVNETEWÎ BERÊ XWE DIDE NEW YORKÊ’

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser çûna Ehmed Şeri ya bo New Yorkê nivîsand û diyar kir ku ji ber şerê navxweyî yê ku di navbera salên 2011 û dawiya sala 2024’an de li welêt qewimî, barekî giran ketiye ser milê El Şari, çi di asta aborî, ewlehî yan jî civakî de. Vî şerî birînên kûr li ser tevna civakî ya welêt hiştine.

Çavdêr dibêjin civata navneteweyî heta niha xwest baweriyê û piştgiriyê bide hikumeta nû. Lê hin bûyerên ku di mehên dawîn de li Sûriyeyê qewimîne, çi li peravê be çi jî li Siwêdayê û li başûrê Şamê, bûn astengî li pêşiya El Şeri ku bikare civata navneteweyî razî bike.

‘JI TUNELA XEZAYÊ BER BI PENCEREYA NEW YORKÊ VE’

Der barê pirsgirêka Filistînê de, rojnameya El Şerq El Ewsat nivîsand: "Netanyahu çavên xwe difirkîne. Bawer nake çi dibîne. Bawer nake çi dibihîze. Mîna ku cîhan bi mûşekên wî bombebaran dike. Mûşekên herî dawî ji Kanada, Awistralya û Brîtanyayê hatine ku her sê welatan jî dewleta Îsraîlê nas kir.”

Rojnameyê nivîsî: "Mijar ne tenê Filistîn, lê tevahiya Rojhilata Navîn eleqedar dike û nîşan dide çareseriya du dewletan kilîda çareseriyê ye. Tiştê ku li New Yorkê diqewime girîng û dîrokî ye, lê ew tenê destpêka pêvajoyê ye.”

(k)