Sûcekî din li sicîla hikumeta veguhêz zêde bû

Di 10 mehên piştî hilweşîna rejîma berê de hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî gelê Sûriyeyê gelek komkujî pêk anîn. Derî dawî jî li Dêr Hafirê komkujî pêk anîn, di encamê de 7 kes şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Sûcekî din li sicîla hikumeta veguhêz zêde bû
22 îlon, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

10 meh di ser hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê re derbas bûn, lê tundî û alozî hîna dîmenên rojane ne. Komkujiya ku hêzên hikumeta veguhêz şeva şemiyê (20 Îlon 2025) li Dêr Hafirê kiribû, berdewamkirina metoda li ser bingeha zordarî û xwînrijandinê nîşan dide. 

Hêzên hikumeta veguhêz bi dron û topan êrişî gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê yê li rojhilatê Helebê kir, di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Ev komkujî xelekeke nû ji komkujiyên li dijî sûriyeyiyan e. Di 7ˊê Adara 2025ˊan de jî li bajar û gundewarên perava Sûriyeyê komkujiyek li dijî ewlehiyan hat kirin. Hêzên hikumeta veguhêz li dijî Elewiyên li peravê bi dehan komkujî kirin, bi wê re zêdetirî hezar û 750 kes hatin qetilkirin, gund hatin wêrankirin û şewitandin.

Di rapora Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat diyarkirin ku ev komkujî dikeve xana sûcên şer.

Dûre jî hêzên hikumeta veguhêz di 1ˊê Gulanê de êrişî Sehnaya ya gundewarên Şamê kir û di 2 rojan de 73 kes qetil kirin.

Li Siwêdayê jî di 13ˊê Tîrmehê de êrişên leşkerî li dijî Durziyan pêk hatin. Rêxistinên xwecih û navneteweyî belge kir ku herî kêm 2 hezar û 48 kes hatine qetilkirin, bi dehan kes hatine revandin û gelek mal hatine wêrankirin.

Hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê car caran li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan pêk tînin, herî dawî jî li Dêr Hafirê komkujiyek kir.

Her çend hikumeta veguhêz ragihandiye ku ji bo peravê û Siwêdayê komîteyên lêpirsînê ava kirine, lê encamên wê cemidî mane. Tenê encam di soza hesabxwestinê de mane û pratîze nebûne.

Bi van sûc û komkujiyan re ku sûriyeyî li benda destpêka nû ya edalet û hesabxwestinê bûn, xwe li hember dubarebûna trajediyên berê dît.

Piştî 10 mehan ji sozdayînan, rastiyên heyî aşkera dikin ku welat derbasî qonaxa veguhêz a ku nîşaneyên çaksazkirinê hildigire, nabe. Lê nîşaneya dubarekirina komkujî û tundiyê dide.

(fr)

ANHA