DAIŞʹê li beyarê Humsê êrişî hêzên Şamê kir

Di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞʹê ya li beyarê Humsê de leşkerek hat kuştin, gelek alav û çekên giran ên hêzên Şamê hatin rûxandin.

DAIŞʹê li beyarê Humsê êrişî hêzên Şamê kir
20 cotmeh, 2024   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku şaneyên çeteyên DAIŞʹê li beyarê Humsê bi dijwarî êrişî komên girêdayî ʹLîwa El Qudisʹ ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê kir. Çeteyan çekên navîn û giran bi kar anîn. Ew êriş li herêma di navbera Qesir El Heyr û Sixnê yê rojhilatê Humsê de pêk hat.

SOHRʹê da zanîn ku di navbera her du aliyan de êrişên dijwar çêbûn, di encamê de leşkerekî ji ʹLîwa El Qudisʹ hat kuştin û 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin, her wiha çeka doçka ya çeteyên DAIŞʹê hat wêrankirin.

(fr)