Li rojavayê Hemayê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Leşkerên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên ′Fetih El Mubîn′ li herêma Sehil El Xab a rojavayê Hemayê hev topbaran kirin.

Li rojavayê Hemayê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
22 cotmeh, 2023   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navena Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di topbaranên dualî yên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên ′Fetih El Mubîn li derodra Corîn a li herêmêa Sehil El Xab a li rojavayê Hemayê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.

SOHR′ê daxuyand ku hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bi çekên giran derdora gundên Tedîl û Kefer Teal ên rojavayê Helebê topbaran kirin, lê agahiyên der barê kuştî û birîndaran de bi dest neketin.

(fr)