Li kantona Dêrazorê tevgera şaneyên DAIŞ’ê zêde bûye

Hêzên Ewlekariya Hundirîn aşkere kir ku çeteyên DAIŞ’ê rewşa giştî û valatiya li Sûriyeyê xistiye xizmeta xwe û li herêmê çeteyên nû tev li xwe dike.

Li kantona Dêrazorê tevgera şaneyên DAIŞ’ê zêde bûye
13 tebax, 2025   02:50
DÊRAZOR

Di 8 mehên dawîn de li kantona Dêrazorê tevgera şaneyên razayî yên DAIŞ’ê zêde bûye. Êrişên li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê jî zêde bûne. 

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê Mehmûd Hisên têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û agahiyên girîng dan.

Hisên diyar kir ku şaneyên DAIŞ’ê ji rewşa giştî ya li Sûriyeyê û bi taybet bêaramiya li Dêrazorê sûd wergirtiye û bi armanca derxistina bêaramiyê tevgera xwe zêde kiriye, êrişî bendên kontrolê û navendên ewlekariyê dikin.

Hisên destnîşan kir ku tevgera şaneyên DAIŞ’ê li ser 2 rêbazan bi rê ve diçe û ev tişt an ziman: “Beşek ji şaneyan bi awayekî rêxistinkirî tev digerin. Dixwazin tevgera xwe ya rêxistinî ji nû ve zindî bikin. Beşa duyemîn li ser derxistina bêaramiyê tev digere, çeteyên nû yên ji herêmê tev li xwe dikin.”

Hisên da diyarkirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî bê navber li dijî tevgera şaneyên DAIŞ’ê derdikeve û bi lez bersiva tevger û êrişên wan didin û wiha dom kir: “Di xebatên bersivdayînê de heta niha hejmarek şehîd û birîndarên me çêbûne. Piştî şopandina tevgera wan hêzên me di têkbirina hin şaneyên DAIŞ’ê de bi ser dikeve. Heta niha miqdarek çek û cebilxaneyên wan hatine desteserkirin. Hejmarek şaneyên li Dêrazorê hatine girtin.”

Mehmûd Hisên çavkaniya çekan a şaneyan aşkera kir û ev agahî parve kirin: “Çekên wan ne pêşketî ne. Piranî çekên ferdî ne. Ew ji depoyên rejîma berê ya Sûriyeyê derxistine. Şaneyên DAIŞ’ê xwe gihand depoyan û çekan li dijî hêzên me bi kar tînin. Di rojên pêş de em ê şaneyên hatine girtin û çekên wan ji raya giştî re aşkere bikin.”

Hisên di dawiya axaftina xwe de rola gelê Dêrazorê û alîkariya wan bi hêzên ewlekariyê re bi bîr xist û ev tişt got: “Gelê me alîkariyê dike, bi taybet bi dayîna agahiyan li ser tevgerên biguman ên çêdibin. Banga min ji hemû niştecihên Dêrazorê re; pêwîst e bi hêzên me yên ewlekarî û leşkerî re alîkar bin. Heke bi tevgereke şaneyan hesiyan, yekser hêzên me agahdar bikin. Alîkariya gel zemîna bingehîn a pêkanîna aramî û ewlekariya li herêmê ava dike.”

(dc)

ANHA