‘Azadiya Rêber Abdulah Ocalan doza gelên azadîxwaz e’

Jinên ciwan ên ji kantona Reqa diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan ne daxwazeke kesayetî ye, lê dozeke girêdayî siberoj û hebûna gelên azadîxwaz e. Jinan tekez kir ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî her tiştê ji destê wan were, bikin.

‘Azadiya Rêber Abdulah Ocalan doza gelên azadîxwaz e’
13 tebax, 2025   04:15
REQA
DÎMA MIHEMED

Jinên ciwan Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdulah Ocalan wek banga ji xwe re dibînin. 

Di vê derbarê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Meram Mihemed ji ajansa me re axivî û got Rêber Abdulah Ocalan projeyeke hevgirtî ji bo avakirina civaka demokratîk a xwe dispêre azadiya jinan û rola wan a çalak di aliyên siyasî û civakî de, pêşkêş kiriye.

Meramê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pêkanîna banga aştiyê bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha dewam kir: “Ji bo pêkanîna vê yekê rola ciwanan giringe. Bi teybet di fêmkirina firkê Rêber Abdulah Ocalan a rast û piratîzekirina wê. Ji ber firkrê Rêbertî hêmanê bingehîn ê tevgerkirina civakan e.”

Merasm Mihemed bal kişand ser giringiya bilinkirina asta tekoşîna ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan bi taybet di riya rêxistinbûnê, zanistê û beşdariya çalak di qadên siyasî û civakî de, di heman demê de aşkerekirina siyastên ji bo astengkirina netewa demokratîk ên têne kirin.

Jina ciwan a bi navê Nûr Mihemed jî derbarê mijarê de axivî û destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan ne daxwazeke kesayetî ye, lê belê dozeke girêdayî pêşeroj û hebûna gelên azadîxwaze. Di heman demê de kilîta aştiya rast a herêmê ye û got: “Ji erka me ciwanan e em tekoşîna xwe mezin bikin, heta dawî li tecrîdê bînin û Rêberê xwe di nava xwe de bibînin.”

Nûr Mihemed bal kişand ser rola ciwanan bi taybet a jinan û da diyarkirin ku jin bingeha tevgera civakê ne û wiha dom kir: “Em di rêya însiyatîfên siyasî û civakî de kar dikin. Em hebûna xwe wekî şirîkên bingehîn ên aştiyê nîşan didin. Ne wekî qurbaniyên şer û aloziyan.”

Jina ciwan Heyfa Kurdo li ser mijarê axivî û da zanîn ku banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdulah Ocalan ne mumkine ji şerê azadiyê were qutkirin û ev tişt anî ziman: “Domandina tecrîda giran a li ser Rêberê me tê wateya hedefgirtina îradeya galên azadîxwaze, Jinên ciwan xwedî wê hêzê ne, bibin çalakvanên sereke yên pêkanîna aştiyê. Ev bi şikandina bê dengiyê û redkirina zihniyeta desthiladariya mêr, pêkane.”

Heyfa di dawiya axaftina xwe de jî tekez kir ku di vê demê de pêwistî bi zêdekirina asta tekoşînê û di serî de ev ji ciwanan tê xwestin ku rola xwe ya çalak di pêkanîna guhertinê de bilîzin.

(dc)

ANHA