Eşîrên Kurdan: Kesek nikare tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxe

Eşîrên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî aliyên ku dixwazin fitneyê bixin navbera pêkhateyên herêmê dan û got “Tu pirsgirêk di navbera gelên li herêmê de tune ne, em ê nehêlin kesek di navbera me de tevliheviyan derxe.”

Eşîrên Kurdan: Kesek nikare tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxe
13 tebax, 2025   05:30
QAMIŞLO
 RÛŞAN EZEM

Ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, hinek alî ji bo berjewendiyên xwe hewl didin pirsgirêk û fitneyê bixin navbera pêkhateyên herêmê. Her carê bi daxuyaniyên nerast ên li ser navê eşîrên Ereban li dijî gelê Kurd û Rêveberiya Xweser hewl didin li herêmê tevliheviyê derxin. Lê her carê eşîrên li herêmê van daxuyaniyan nepejirînin û li hemberî wan dibin bend.  

Li ser mijarê rûspiyê eşîra Omeriya ya Kurd û serokê eşîra Mêrsînî ji ajansa me re axivîn.

Rûspiyê eşîra Omeriya Îbrahîm Gulo bang li tevahiya gelê Kurd û eşîrên Ereban, pêkhateyên din kir ku li hemberî fitne û tevliheviyan bibin yek û wiha got: “Rejîma Baasê di navbera pêkhateyên herêmê de dîwar lê kiribû. Nedihişt êş û derdên xwe ji hev re bêjin. Li ber çavê hev reş dikirin da ku nebin yek.”

Gulo anî ziman ku hikumeta veguhêz a Şerî jî hewl dide fitne û tevliheviyê bixe navbera pêkhateyan, lê nikare, ji ber ku tevayî pêkhate yekdeng in.

Gulo diyar kir ku tevahiya pêkhateyên herêmê bi hev dişêwirin, nêrînên hev digirin û wiha domand: “Em wek hemû pêkhate û eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qet nahêlin ku ev kesên diz û bêwijdan zikreşî û fitneyê bixin navbera me. Em ê piştgiriya hev din bikin heta em welatên xwe ji van kesên bêwijdan û bêexlaq rizgar û paqij bikin.”

Gulo minetdariya xwe ji şehîd û şervanan re nîşan da û diyar kir ku heta niha eger gel di nava aramiyê de ye, bi saya wan e.

Serokê Eşîra Mêrsînî Kelmen Xelo jî bal kişand ser girîngiya yekitiya pêkhateyan û wiha got: “Gelek hewldanên belavkirina fitneyê hene. Lê dê nekarin tevliheviyê çêkin, ji ber ku em ê her tim yek bin û destê hev bigirin.”

Kelmen Xelo da zanîn ku tu pirsgirêk di navbera eşîrên Ereban û pêkhateyên herêmê de tune ne û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Em cîranên hev in, pirsgirêkên ku çêdibin bi hev re çareser dikin. Li dijî her cure tevliheviyê disekinin û wan didin sekinandin. Pêkhateyên herêmê bi hev re şer kirine û xwîna wan bûye yek, em bêmafiyên li ser hev napejirînin.”

(bb)

ANHA