Dagirkeran li Efrînê welatiyekî din revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji navçeya Şera ya Efrînê welatiyek revand.

Dagirkeran li Efrînê welatiyekî din revand
2 adar, 2024   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "polîsa leşkerî" 28`ê Sibatê şêniyê bi navê Seydo Omer (42) li taxa Mehmûdiye ya bajarê Efrînê revand. Omer ji gundê Meydankî yê navçeya Şera ye. 

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrînê di Adara 2018`an de dagir kir, kuştin, revandin û talankirin li dijî şêniyên mayî yên Efrînê berdewam in.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ji destpêka salê ve 4 şênî kuştin û bi vê bûyerê re heta niha 99 şênî revandine, di nav de zarok û jin jî hene.

(şx)

ANHA