Îsraîlê kuştina 9 leşkerên xwe li Xezayê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyonên bejahî yên li hundir Xezayê de 9 leşkerên wan hatine kuştin, 3 jî bi giranî birîndar bûne.

Îsraîlê kuştina 9 leşkerên xwe li Xezayê ragihand
1 mijdar, 2023   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîlê-Hemasê ji 7`ê Cotmehê ve bi dijwarî dewam dike. Heta niha di şer de bi hezaran kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî tora El Hurra, arêtşa Îsraîlê bi rêya hesabê xwe yê “X” daxuyandiyek da û ragihand ku di operasyonên bejahî yên li hundir Xezayê de 9 leşkerên wan hatine kuştin, 3 jî bi giranî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê duh navên 9 leşkerên xwe yên li Xezayê hatine kuştin eşkere kiribûn, lê agahiyên der barê cih û dema kuştina wan de parve nekiribûn.

(c)