Dagirkeran dermanxane, firin û fabrîqe bombebaran kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji duh heta niha ve, dermanxane, firina nan, fabrîqeya mas-penîr, stasyona elektirîkê bombebaran kirine. Di encama êrişan de 7 kes birîndar bûn.

Dagirkeran dermanxane, firin û fabrîqe bombebaran kirin
26 cotmeh, 2024   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji duh (25 Cotmeh) heta vê sibehê (26 Cotmeh) de daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat weşandin de ev agahî hatin parvekirin:

“Dagirkeriya Tirk a faşîst êrişên xwe yên li ser bajarokên Kantona Cizîrê didomîne.

Şevê din balafirên şer derdora stasyona elektrîkê ya bajarê Qamişlo kirin hedef. Her wiha du caran jî bi rêya dronekê navendek malzemeyên avahsaziyê kirin hedef.

Îro (26 Cotmeh) danê sibehê balefireke bê mirov û bi çek 3 caran li pey hev dermanxaneya taxa Meyslûn a bajarê Qamişlo kir hedef.

Duh (25 Cotmeh), balafirên şer 5 caran li pey hev kargeha oksîjenê û embara kolandina bîrên petrolê ya li bajarê Rimêlanê bombebaran kirin.

Sibeha roja Şemiyê (26 Cotmeh) jî balefirek bê mirov derdora firina otomatîk a bajarê Dêrikê kir hedef, her wiha fabrîqye mast û penêr di encamê de hat bombebarankirin û di encamê de sê karmendên jin birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Ereb Hesen ê girêdayî Minbicê çar caran bombebaran kir. Her wiha deriyê Ewn El- Dadat hat hedefgirtin û di encama êrişê de çar kesên ku di nava wan de zarokek jî heye, birîndar bûn.”

(a)

ANHA