Dagirker derdora Eyn Îsayê topbaran dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran derdora bajarê Eyn Îsa topbaran dikin.

Dagirker derdora Eyn Îsayê topbaran dikin
23 kanûn, 2024   21:31
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran başûrê bajarê Eyn Îsayê topbaran dike. Di topbaranê de stasyona kehrebê hat hedefgirtin. 

Nûçegihan diyar kir ku di encamê topbaranê de kehrebe li ser bajêr û gundewarê wî qut bû.

Di heman demê de gundên Fatise û Mişêrfa yên rojhilatê Eyn Îsayê hatin topbarankirin.

(fr)