Li gundekî rojhilatê Eyn Îsa 2 çete hatin kuştin

Hêzên Meclisa Leşekrî ya Reqa hewldana çeteyan a ketina gundekî rojhilatê Eyn Îsayê têk bir û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gundekî rojhilatê Eyn Îsa 2 çete hatin kuştin
23 kanûn, 2024   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqa hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Um El Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê têk bir.

Heman çavkanî diyar kir ku di encamê de di navbera hêzên meclisê û çeteyan de pevçûn derket û 2 çete hatin kuştin.

(fr)