Dagirkeran bakurê Minbicê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bakurê kantona Minbicê topbaran kirin.

Dagirkeran bakurê Minbicê topbaran kir
5 tîrmeh 2024   13:50
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê bakurê kantona Minbicê topbaran kir. 

Li gorî agahiyên ku navendê parve kirine, li gund û dora wê 13 top ketine.

(şx)