Dîmenên çalakiyên gerîla

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke ku hêzên YJA Star li Zapê dijî dagirkeran pêk anî bû, weşandin.

Dîmenên çalakiyên gerîla
5 tîrmeh 2024   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dimenên çalakiya gerîlayên YJA Starê ku 4 Tîrmeha 2024’an li devera Sergelê ya rojavayê Zapê hatibû lidarxistin, ji aliyê Gerîla Tv ve hatin weşandin. 

Di dîmenan te tê cihên dagirkeran ên bûne hedefa gerîlayan û encamên wê tê dîtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev daxuyanî dabû:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, saet di 09:10'an de li Sergelê dema ku dagirker li hev kom bûn bi çekên giran li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û cebilxaneya dagirkeran îmha bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin."