Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
5 tîrmeh 2024   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi heman daxwazê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

40  meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin.