Ji 25 welatan bi hezaran kes daketin qadan û daxwaza edaletê kirin

Piştî tecawiz û qetilkirina bijîşka stajyer li bajarê Kolkata yê Hindistanê, gelek welatan ev sûc şermezar kirin û ji 25 welatan bi hezaran kes daketin qadan û daxwaza edaletê kirin.

Ji 25 welatan bi hezaran kes daketin qadan û daxwaza edaletê kirin
9 îlon, 2024   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran Hindiyên ku li derveyî welat dijîn piştî ku meha borî li bajarê Kolkataya Hindistanê li nexweşxaneyek Kolkataya Hindistanê bijîşka stajyer rastî tecawizê hat û hate qetilkirin, ji bo daxwaza edaletê di 8’ê Îlonê roja yekşemê li zêdeyî 130 bajarên 25 welatan beşdarî protestoyan bûn.

çalakiyên ku li Japonya, Awûstralya, Taywan û Sîngapurê bi komên mezin û biçûk dest pê kirin, belavî gelek bajarên welatên Ewropa bûn û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî 60 xwepêşandan hatin plankirin.

Ji bilî çalakiyên protestokirina qetilkirina xwendekarê lisansa bilind a 31-salî di 9’ê Tebaxê de, rayedaran gotin ku wan rêveberê berê yê zanîngeha bijîşkî ku R.J. lê perwerde dibîne gumanbarek girtin. Rayedaran diyarkirin ku gumanbarek ligel midûrê berê yê Zanîngeha Bijîşkî ya R.G. ku lê dixwend, girtin.

‘EM LI HEMBER ZILM, WEHŞET MATMAYÎ NE'

Di çalakiya ku li paytexta Swêd Stockholmê hat lidarxistin de, bi dehan jinên ku cil û bergên reş li xwe kirin li qadê kom bûn, stranên Bengalî gotin û pankartên ku hesab ji kiryaran û ewlehiya jinên Hindistanê xwestin hilgirtin. Yek ji organîzatorên protestoyê Deepti Jain wiha got: “Em li hember zilm, wehşet û ji nedîtina jiyanê ve matmayî ne."