Li Derayê êrişa çekdarî: 2 kes birîndar bûn

Li Derayê li dijî şahiya dawetê êrişeke çekdarî hat kirin. Di êrişê de 2 kes birîndar bûn.

Li Derayê êrişa çekdarî: 2 kes birîndar bûn
9 îlon, 2024   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihan ku li navçeya Nahta ya gundewarê rojhilatê Derayê êrişeke çekdarî li dijî şahiya dawletekê hat kirin.

SOHR da zanîn ku  du çekdarên rûyên xwe veşartibûn û li motorsîklêtekê bûn,  şahiya dawetê gulebaran kirin û di encamê de 2 ciwan birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve di 254 bûyerên tevliheviyê de 270 kes li Derayê mirine.

(bb)

ANHA