Karwana alîkariyan ji Reqayê ber bi peravê ve kete rê

Karwana alîkariyên mirovî ya ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji 20 kamyonên madeyên xurdemeniyê pêk tê, ji bajarê Reqayê ber bi perava Sûriyeyê ve kete rê.

Karwana alîkariyan ji Reqayê ber bi peravê ve kete rê
Karwana alîkariyan ji Reqayê ber bi peravê ve kete rê
Karwana alîkariyan ji Reqayê ber bi peravê ve kete rê
Karwana alîkariyan ji Reqayê ber bi peravê ve kete rê
Karwana alîkariyan ji Reqayê ber bi peravê ve kete rê
Karwana alîkariyan ji Reqayê ber bi peravê ve kete rê
Karwana alîkariyan ji Reqayê ber bi peravê ve kete rê
Karwana alîkariyan ji Reqayê ber bi peravê ve kete rê
Karwana alîkariyan ji Reqayê ber bi peravê ve kete rê
17 adar, 2025   17:23
REQA

Heyva Sor a Kurd îro yekemîn karwana alîkariyên mirovî bi tevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi perava Sûriyeyê ve kir rê.  Ev alîkarî ji bo xelkê li peravê tê şandin ê ku rastî komkujî û êrişan hatine.

15 kamyon ji bajarên Qamişlo û Hesekê gihîştin Reqayê û 5 kamyonên din jî ji Reqayê tev li karwan bûn û beriya çend kêliyan berê xwe da deriyê kantona Tebqa ku ji wir jî ber bi perava Sûriyeyê werin şandin.

Ev însiyatîf ruhê hevgirtinê di navbera xelkê welat û tevahî pêkhateyan de, nîşan dide.

(fr)

ANHA