Dadgeha Amerîkayê dozek din li dijî malbata Barzanî vekir

Li Dadgeha Herêmî ya Kolombiyayê ya li Amerîkayê li dijî malbata Barzanî doz hate vekirin û tê de tometên ‘bi awayekî sîstematîk binpêkirinên mafên mirovan, spîkirina pereyan, sextekarî û gendelî’ tên ferzkirin.

Dadgeha Amerîkayê dozek din li dijî malbata Barzanî vekir
11 ÇILE, 2025   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Dadgeha Herêmî ya Kolombiyayê ya li Amerîkayê li dijî malbata Barzanî serlêdana dozek nû hate kirin. Malbat û endamên wê yên bi navê “’Rêxistina Sûcdar a Barzanî (BCE)’ bi tometên ‘bi awayekî sîstematîk binpêkirinên mafên mirovan, spîkirina pereyan, sextekarî û gendeliyê’ tên sûcdarkirin. Doz li ser navê Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê ji aliyê Şêxwan Ebdulrehman, Makî Rewend û welatiyê Amerîkayê John Does ve hatiye vekirin.

Hate îdîakirin ku di doza ku ji 396 rupelan pêk tê de malbata Barzanî çalakiyên ji dervey yasayên navneteweyî û Emerîkayê yên weke ‘sextekarî, kuştinên neqanûnî, êşkence, sucên li dijî mirovahiyê, sucên nefretê û spîkirina pereyan’, kirine.

Di benda 254’an a dozê de tê diyarkirin ku ev çalakî bi awayekî sîstematîk û rêxistinî hatine kirin û wek bingeha diyarkirina endamên malbatê weke ‘rêxistina sûc’ hatine diyarkirin.

Di dilekçeya dozê de navê Mesrur Barzanî, Veysî Barzanî, Molla Babo Mustafa Barzanî, Muksî Barzanî, Jeyra Mihemed Xalid, Katja Vrecar Barzanî, Arîn Mesrur Barzanî, Jonathan R. Moor, Valerie Cupp, Julie Mai Sanford, Laura Geho Harris, Treefa Aziz, Entifadh Kemal Qenbar, Omer S. Barzanî, Rubar S. Sandî, Irfan Salih Omer Şerwanî, Hema Salim, Hikmet Bamernî, Heyman Quass û Dasko Şêrwanî hene.

Her wiha di dozê de tekezî hat kirin ku malbata Barzanî temsîliyeta gelê Kurd nake. Di dilekçeyê de hate destnîşankirin ku ‘peywendîdarkirina gelê Kurd bi serokatiya Barzanî re, şaşe’, doz li ser kesan hatiye vekirin û erkên hiqûqî yên pozîsyonên hikûmetê di çarçoveya dozê de cih nagirin.

Dozvanan diyarkirin ku malbata Barzanî bi binpêkirina yasayên Emerîkayê desthilata xwe xirab bi karaniye û divê ji ber sucên xwe hesab bide. Di dawiyê de hate destnîşankirin ku bersûcan bi awayekî sîstematîk zirarê gihandine dozvanan, ‘ne gengaze ku mezinahiya van planên sûc û êşên ku ji ber encamên wan derketine mezin bikin’.

Hêjayî gotinêye ku ev ne doza yekêye ku ji ber gendelî, sextekarî, binpêkirina mafê mirovan û kuştinên neqanûnî li dijî malbata Barzanî tê vekirin.