‘Em berxwedaniya zarokên xwe silav dikin’

Şeniyên gundê Elî Şarê yê Kobanê diyar kirin ku berxwedana şervanên ên di çeperên şer de pîroz dikin û got: “Em berxwedaniya zarokên xwe yên di eniya pêş de silav dikin.”

11 ÇILE, 2025   09:38
KOBANE
SARIYA ŞÊXO

Çêkirina xwarinê li Kantona Firatê ya ku ji bo şervanên QSD`ê û YPJ`ê li gundê Elî Şarê yê li Rojhilatê bajarê Kobanê didome. Şêniyên gundê Elî Şarê ANHA`yê re nêrînên xwe parve kirin.

`EM BERXWEDANA ZAROKÊN XWE SILAV DIKIN`

Newroz Mehmûd Salih diyar kir ku ew ji şervanên xwe yên di çeperên şer re, xwarinê ji wan re çêdikin û axaftina xwe wiha domand: “Em ji zarokê xwe yên di çeperên de, xwarinê ji wan re çêdikin. Em berxwedaniya zarokên xwe yên di eniya pêş de silav dikin û em ji wan re dibêjin em jî wê heta dawiyê li pişta we bin.”

`EM JI BERXWEDANA ŞERVANÊN XWE MORAL DIGIRIN`

Newroz anî ziman ku berxwedana ku şervanên me di eniya pêş de li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin berxwedaniya wan silav dikin û got: “Şervanên me ruxmî hemû êrişên dagirkeriyê ên li ser herêmê pêk tînin, lê ruxmî vê yekê şervanên me di çeperên şer de berxwedaneke dîrokî didin meşandin, em ji berxwedana şervanên xwe moraleke herî mezin ji wan digirin û çi ji me were xwestin em ê bikin heta ku rakirina çekê mabê em ê çekê jî rakin e.”

Mehmûd Sîdî jî got: ew bi vê yekê xwest ku nameyekê bi tevahî Cîhanê gînin ku ew li pişta şervanên xwe ne û axaftina xwe wiha dom kir: “Em wek gundê Elî Şarê me xwarin ji şervanên xwe re çêkir ji bo ku tevajî Cîhan zanibe em heta dawiyê li kêlek zarokên xwe ne û ji me çi were xwestin em ê bikin.”

`BERXWEDANA ŞERVANÊN ME DIKIN, BEXWEDANIYEKE PÎROZ Û DÎROKÎ YE`

Sîdî diyar kir ku ew heta dawiyê li pişta şervanên di eniya pêş de ne û got: “Em ê jî heta dawiyê li kêlek şervanên xwe bin da ku em dagirkeriyê têk bibin. Berxwedana ku şervanên me di çeperên şer de li ber xwe didin, ew jî berxwedaniyeke pîroz û dîrokî ye. Em jî heta dilopek xwîn di canî me de hebê em li pişta zarokên xwe bin. Serkeftinê wê her tim para şervanên me bê.”

Elî Mamo diyar kir ku ew ê ji zarkên 7 salî heta wê 70 salê ew ê li pişta zarokên xwe bin û wiha bi lêv kir: “Em ê ne tenê xwarinê ji zarokên xwe re çêbikin, emê li pişta wan bikin.

`EM Ê LI PIŞTA ZAROKÊN XWE BIN Û AXA XWE JI DAGIRKERIYÊ BIPARÊZIN`

Mamo anî ziman ku haza ku şervan di çeperên şer de bin, ew ê het tim li pişta wan bin û got: “Zarokên me di çeperên şer de berxwedaneke bê hempa li hemberî êrişên dagirkeriya faşîst didin meşandin. Em jî wek bav û dayîkên şervanan heta ku dilopek xwîn di canê me de hebê li ber xwe bidin. Em ê jî her tim li pişta zarokên xwe bin û axa xwe ji dagirkeriyê biparêzin.”

ANHA