Rojevên îro yê rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kir ku dibe ku di demeke nêzî de hevdîtinek di navbera Trump û Pûtîn de çêbibe ku di nava xwe de gelek suprîzan dihewîne. Rojnameyan her wiha îşaret pê kir gelek dosya li pêşiya serokkomarê nû yê Lubnanê hene divê bên çareserkirin.

Rojevên îro yê rojnameyên erebî
11 ÇILE, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên we yên îro de cih da hevdîtina ku tê payîn di navbera serokê Rûsyayê Vladîmer Pûtîn û hempîşeyê wî yê DYAˈyê Donald Trump de pêk were û rewşa Lubnanê ya piştî hilbijartina serokkomarê nû.

 LÛTKEYA TRUMP Û PÛTÎN Û ENCEMÊN WÊ

Rojnameya El Xelîc îşaret pê kir ku amadekariyên hevdîtineke di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî hilbijartî yê DYAˈyê Donald Trump de hîna zû an ku beriya ku Trump bighêje desthilatê dest pê kirin.

Rojnameyê bi bîr xist ku Trump ji mala xwe ya li Florîdayê ragihand ku dê di navbera wî û Pûtîn de hevdîtinek were kirin û amadekariyên civînê didomin. Lê roja hevdîtinê diyar nekir. Kremlînê bi awayekî baştir bersiva vê daxuyaniyê da û diyar kir ku serokê Rûsyayê bêyî şert û merc ji bo diyalogê amade ye.

Rojnameyê diyar kir ku "hemahengiya erênî ya di navbera daxuyaniyên DYA û Rûsyayê de piştrast dike ku bazaran heye. Ev bazara di dema borî de xebat li ser hatiye kirin û amade ye bikeve meryetê. Her kes bi zor be an ne bi zorê be wê bazarê qebûl bike. "

Rojnameyê destnîşan kir ku ev mijar ji Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky xistiye nava fikaran.

 Li gorî rojnameyê: "Dibe hevdîtina Trump û Pûtîn di demek nêzîk de çêbibe. Dibe ku surprîzên ku zû bi zû nayên desteserkirin bi xwe re bîne; mîna ku Kîevê neçar bikin ku ji sedî 20 ji axa xwe bide Rûsyayê û bi hilbijartinên pêşwext an bi rêbazên din dawî li desthilatdariya Zelensky bînin. Yek ji rûyên vê bazarê, dê yekem guheztina nexşeyê li Ewrûpa be, ku bandorek wê heye, ji ber ku xetereya binpêkirina sînor dibe ku bi rêveberiya Trump re dest pê bike."

SEROK DEWLETA LUBNANÊ VEDIGERÎNE RÊYA WÊ YA RAST

Rojnameya Ereb diyar kir ku gelek zehmetî li pêşiya serokkomarê nû yê Lubnanê Jozef Ewn hene  ku divê bêne çareserkirin. Hat gotin" Ewn ji pozîsyona xwe ne kêfxweş e. Ew dizane ku ew ê bi kêşeyan re rû bi rû bimîne. Lê belê perwerdeya wî ya leşkerî dikare wî xurt bike. Şerekî rasteqîn heye ku divê Ewn li gelek eniyan bide meşandin. Ji wan eniyan jî; eniya çekên berbelav, eniya gendeliyê ya ku aboriya Lubnanê wêran kir û komên Lubnanî xist nava kûrahiya feqîriyê, eniya dadweriyê ya ku bi bijardeyên ku tev li derveyî qanûnê bûn hatin sînordarkirin, eniya têkiliya Lubnanê bi derdora wê ya erebî, ku divê were sererastkirin da ku bi kêmanî aboriya Lubnanê vejîne.”

(bb)