Pisporên çandiniyê: Şewitandina firazeyan zirarên mezin dide ax û jîngehê

Li herêma Cizîrê cotkar piştî rakirina berhemên xwe, bermahiyên zeviyan (firaze) dişewitînin. Pisporên çandiniyê diyar dikin ku şewitandina firazeyan zirareke mezin digihîne axê û jîngehê.

Pisporên çandiniyê: Şewitandina firazeyan zirarên mezin dide ax û jîngehê
Pisporên çandiniyê: Şewitandina firazeyan zirarên mezin dide ax û jîngehê
Pisporên çandiniyê: Şewitandina firazeyan zirarên mezin dide ax û jîngehê
Pisporên çandiniyê: Şewitandina firazeyan zirarên mezin dide ax û jîngehê
7 tebax, 2026   07:47
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Bi dawîbûna demsala dirûnê re li gelek deverên herêma Cizîrê, hin cotkar ji bo paqijkirina zeviyên xwe firazeyan dişewitînin. Her çend ev rêbaz ji aliyê hin cotkaran ve wek rêyeke hêsan tê dîtin jî, pisporên çandiniyê hişyariyê didin ku şewitandina firazeyan bandorên giran li ax, jîngeh û berhemdariya çandiniyê dike.

Li gorî pisporên çandiniyê, agir tenê bermahiyan naşewitîne, her wiha bi milyonan zîndewarên biçûk û bakteriyên ku feydeyeke wan a mezin ji bo axê heye jî tune dike. Bi windabûna van zîndeweran re madeyên organîk di axê de kêm dibin û ev yek rasterast bandoreke neyînî li kalîte û mîqdara berheman dike.

Di heman demê de, germahiya bilind a agir dikare axê biguherîne û şilbûna wê kêm bike.

Şewitandina firazeyan tenê bi erdê ve sînordar nabe. Dûman û gazên ku di encama şewitandinê de belav dibin, hewa qirêjî dikin û dikarin bibin sedema zêdebûna nexweşiyan, bi taybet di nav zarokan, kal û kesên nexweş de.

Her wiha di şert û mercên germ û bayî de, agir dikare berbelav bibe û bibe sedema şewitandina zeviyên din, baxan û daristanan, ev yek jî zirarên aborî û jîngehî yên mezin derdixe holê.

Ji hêleke din ve, pisporên çandiniyê dibêjin ew pûşê ku di nav zeviyan de dihêle erd hênik bibe, di heman demê de dema ku erd tê ajotin ew pûş ji bo berhemdariyê gelekî bi fêde ye.

Der barê vê mijarê de, pisporê çandiniyê li Tirbespiyê Azad Îbrahîm ji ANHA`yê re axivî. Îbrahîm da xuyakirin ku şewitandina firazeyan zirarê digihîne axê û bandora wê li ser êmê sewalan heye.

Îbrahîm diyar kir ku şewitandina firazeyan ne tenê bandorê li erd û sewalan dike, lê bandorê li jîngehê dike û zirarê dide darên ku li derdora zeviyan hatine çandin.

Di dewama axaftina xwe de Îbrahîm destnîşan kir ku di encama şewatê de madeyên ku ji bo berhemdariyê dibin alîkar jî bi şewtiandnê re têne tunekirin.

Azad Îbrahîm bang li cotkaran kir ku firazeyan neşewitînin û zirarê negihînin jîngehê û ew dikarin ji bo êmê sewalan û ji bo zêdekirina berhemdariya zeviyan ji firazeyan sûdê wergirin.

(k)

ANHA