Cotkarên Dêrazorê dest bi çandiniya zivistanê kir

Cotkarên kantona Dêrazorê dest bi çandiniya zivistanê kir û bicihanîna plana çandiniyê ji hêla Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantonê ve di aliyê piştgiriya zû de bi bîr xist.

Cotkarên Dêrazorê dest bi çandiniya zivistanê kir
Cotkarên Dêrazorê dest bi çandiniya zivistanê kir
Cotkarên Dêrazorê dest bi çandiniya zivistanê kir
Cotkarên Dêrazorê dest bi çandiniya zivistanê kir
Cotkarên Dêrazorê dest bi çandiniya zivistanê kir
Cotkarên Dêrazorê dest bi çandiniya zivistanê kir
Cotkarên Dêrazorê dest bi çandiniya zivistanê kir
26 mijdar, 2025   03:45
DÊRAZOR

Cotkarên kantona Dêrazorê bi piştgiriya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekariya çandina genim û ceh dikin.

Ji sedî 70 ji xelkê kantona Dêrazorê pişta xwe didin çandina genim ku yek ji girîngtirîn çandiniyên li kantonê ye.

Cotkar Ayiş El Ebûd da zanîn ku bi hevrûkirina hilberînê di salên borî de lêçûn zêde bûn, wê jî barên aboriyê zêde kirin û çalakiya çandiniya xwecihî, bi taybet digel kêmbûna berdewam a jêderên avê, bi paş de xist.

El Ebûd diyar kir ku çandiniya zivistanê ji nîvê meha Cotmehê heta bi nîvê Kanûnê dest pê dike û serxistina wê li gorî peydakirina avê, semadkirin û xebata çandiniyê ya birêkûpêk e.

Der barê derengketine berhema îsal de El Ebûd destnîşan kir ku ew yek ji ber derengîbûna barîna baranê û kêmbûna avê ye, bi wê re cotkar neçar man ku hinekî berhemê av bidin, lê têrê nake û bandorek neyînî li mezinbûna tovan û berhemê kir.

Cotkarên Dêrazorê bi rêya qenaya Xabûrê, komeleyên çandiniyê yên ku avê ji çemê Firatê dikişînin û bîran zeviyên xwe av didin.

Zêdetirî 90 hezar donim zeviyên li gundewarê bakurê Besîra û başûrê Siwerî piştî xwe didin qenaya avdanê ya Xabûrê.

Cotkar Tirkî El Tamê jî daxwaza desteke peydakirina avê bi mîqdarên têrker, zêdekirina semadê, dabînkirina alavên çandiniyê yên pêwîst ji bo hêsankirina xebatên çandiniyê û pêkanîna hilberîneke baştir kir.

El Tamê amaje bi hin astengiyên bingehîn ên weke kêmbûna baranê, kêmbûna ava binerdê û hişkesaliya giştî kir û anî ziman ku piştgiriya zûr û berdewam ji bo avdan, semad û alavên çandiniyê dihêle hilberîna çandinî baş bibe û serxistina mewsimê misoger bibe.

El Tamê destnîşan kir ku divê zevî werin çandin, kar û xebat peyda bibin, ji ber ku ev rêya pêkanîna hilberîneke bilind û rûbirûbûna pêla koçberiyê ye.

El Tamê spasiya Meclisa Aborî û Çandiniyê ji bo derbaskirina tovên baş û madeyên bingehîn bo cotkaran, kir.

Li aliyekî din jî serokê Yekîneya Şêwirê ya bajarê Hecînê Xelîl Mihemed diyar kir ku çandinî, bi taybet genim, damara bingehîn a aboriya xwecihî ye.

Mihemed anî ziman ku ji nêzî mehekê ve cotkaran amadekariyên çandiniya zivistanê kirine. Ji bo serxistina mewsimê tov û mazotê ji cotkaran re hat dayîn.

Mihemed anî ziman ku cudahiya îsal û salên borî di aliyê dayîna mazotê de ew e ku tov zêde şîn bibin.

Meclisa Aborî û Çandiniyê salane rêjeya piştgiriyê heta ji sedî 60 di mewsima zivistanê de û ji sedî 20 di mewsima havînê de mazotê û tovan pêşkêş dike.

(fr)

ANHA