CNN: Amerîka derbaskirina bêçekirina Hemasê lêkolîn dike

Tûra CNN a Amerîkayê aşkera kir ku Washington derbaskuirina bêçekirina tevgera Hemasê lêkolîn dike û rasterast derbasî qonaxa jinûve avakirinê bibe. Wê yekê Tel Avîvê gelekî bi hêrs kir.

CNN: Amerîka derbaskirina bêçekirina Hemasê lêkolîn dike
17 mijdar, 2025   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Tûra CNNˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Îsraîlê diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê vebijêrkekê lêkolînê dike û wê jî Îsraîlê gelekî bi hêrs kir. Vebijêrk ew e ku Amerîka difikre dev ji qonaxa bêçekirina Tevgera Hemasê berde û rasterast derbasî qonaxa jinûve avakirina Şerîda Xezayê bibe.

Li gorî çavkaniyên Îsraîlê ku ji CNNˊê re parve kiriye, vê yekê Îsraîl gelekî aciz kir û diyar kir ku ev gav wê bihêle Tevgera Hemasê bi tevahî cebilxaneyên xwe yên leşkerî bimîne û "bingehên plana Amerîkayê xerab dke".

Heman çavkaniyan diyar kir ku "DYAˊê xwe dispêre çareseriyên demkî û Îsraîlê qebûl nake."

Ev pêşdeçûn, ligel amadekariya Konseya Ewlehiya Navneteweyî ji bo dengdana li ser pêşnûmeya biryarê ya bi armanca veguhastina Xezayê ji agirbesta xerab ber bi agirbesta saxlemtir û mayînde ve, pêk tên. Wê ji bo vê agirbesta mayînde Meclisa Aştiyê ku Şerîda Xezayê 2 salan bi rê ve bibe were avakirin û hêzeke demkî ya navneteweyî ku erka wê bêçekkirin û pêkanîna îstîqrarê be, hebe.

Dîplomatên rojavayê gumanên xwe li şiyana berdewamkirina planê, bi sedema nepeniya mezin di hûrgiliyên wê de anîn ziman.

Hikumeta Benjamin Netanyahu ji bo bêçekkirina Hemasê bi biryar e û diyar kir ku divê beriya her proseyeke jinûve avakirinê "xebata "têkbirina giştî ya binesaziya leşkerî" ya tevgerê pêk were.

(fr)