Banga li eşîrên Iraqê: Li dijî dagirkeriya Tirk hevbendiyekê ava bikin
Rûspiyên eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li eşîrên Iraqê kir ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk hevbendiyekê ava bikin.
Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga avakirina eniyekê li dijî dewleta Tirk kir.
Şêx Qebîleya El Welda, Remedan Rehal êrişên dewleta Tirk ên li ser Iraqê şermezar kirin û got dewleta Tirk xaka Iraqê binpê dike û sivîlan koçber bike. Her wiha anî ziman ku êrişên dewleta Tirk şerê li dijî Iraq û xwezayê wê ne.
Remedan Rehal êrişên li ser Iraqê wek berdewama êrişên li ser Sûriyeyê nirxandin û da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide “Osmaniya rizyayî zindî bike”.
Remedan Rehal bang li eşîrên Iraqê kir ku ji xetereyên peymana di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Iraqê de hişyar bikin û got ev xetere dê bi demê re mezin bibe, divê eşîr helwesta xwe li hemberî dewleta Tirk zelal bikin.
Remedan Rehal piştgiriya xwe bi gelê Iraqê re anî ziman û wiha domand: "Em eşîrên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van binpêkirinan qebûl nakin ku dê bandorê li civak û xaka Iraq û Sûriyeyê bike. Em ê di rêzekê de li hemberî van êriş û binpêkirinan bisekinin. Em dê ji bo bidawîanîna li dagirkeriya li ser xaka me û xaka Iraqê bi xwişk û birayên xwe yên Iraqê re bin."
Rûspiyê eşîra El Birêc a Qebîleya El Efadîle, Hisên El Berces jî got divê eşîrên Iraq û Sûriyeyê li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker ku "hewl dide Osmaniyeke nû ava bike", hevbendiyekê ava bikin.
Hisên El Berces bi domdarî got: "Erdogan û çeteyên wî dema hevgirtina eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê dît, dema dîtin çawa gelê herêmê tevkarên wê yên DAIŞ’ê têk birin, bê çare ma. Li ser vê yekê dest bi hewldanên têkbirina têkiliyên civakî û hevgirtina eşîran kir ku wek xetereyekê li ser planên xwe yên terorî dibîne."
Rûspiyê eşîra El Weheb, Cemal Nihêtir got divê eşîrên Iraqê niyetên dewleta Tirk a dagirker nas bikin û wiha domand: "Divê eşîr û şêniyên me yên Iraqê bi çek be yan bi hevgirtinê li ber planên dewleta Tirk a dagirker rabin."
(bb)
ANHA