Ciwanên Til Hemîsê: Planên qirkirinê nikarin têkoşîna me bi dawî bikin

Ciwanên Til Hemîsê hedefgirtina Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Minbicê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Ciwanan soz dan ku hewldanên pêşxistina civakê û avakirina Sûriyeya demokratîk û azad li ser bingeha fikrên Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Ciwanên Til Hemîsê: Planên qirkirinê nikarin têkoşîna me bi dawî bikin
11 mijdar, 2023   13:58
QAMIŞLO

Bi dehan ciwanên Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê, endamên saziyên sivîl, meclisên navçeyê li pêşiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê kom bûn û têkildarî hedefgirtina navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Minbicê daxuyaniyek da. 

Endamê tevgerê şaxê Til Hemîsê Xeys El Îbrahîm daxuyanî û xwend û hedefgirtina navendê şermezar kir

El Îbrahîm got: “Ciwan, hêza çalak a civakan e û di pêşxistin û avakirina wan de roleke sereke dilîze.”

El Îbrahîm diyar kir ku hedefgirtina navenda ciwanan, wan ji têkoşînê dûr naxe lê belê îsrara wan a li ser berdewamkirina berxwedanê li hember êrişan û hewldanên şikandina vîna wan, zêde dike.

Di dawiyê de El Îbrahîm soz da ku li ser şopa fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hewldanên pêşxistina civakan û avakirina Sûriyeya demokratîk û azad berdewam bikin.

(şx)

ANHA