balafirgeha parêzgeha Hewlêrê hat hedefgirtin

Carek din bi dronek bombebarkirî balafirgeha leşkerî ya Herîrê hat hedefgirtin

balafirgeha parêzgeha Hewlêrê hat hedefgirtin
11 mijdar, 2023   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyan, di saet 12:30’an de carek din bi dronek bombebarkirî êrişê balafirgeha leşkerî ya Herîrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Hat gotin drona bombebarkirî li nêzî salona balafirgehê ketiye xwarê, ji bilî ziyanên madî ti ziyanên canî çênebûne.

Li gor agahiyan balafirgeh ji ber metirsiya dubarebûna êrişan niha hatiye valakirin.