Ciwanên Qeladizê, Ranya û Haciawa berê xwe dan Rojava 

Komeke ciwanên navçeyên Qeladizê, Ranya û Haciawa yên herêma Raperîn a Silêmaniyê ji bo piştgiriya berxwedana dijî êrişan, berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.

Ciwanên Qeladizê, Ranya û Haciawa berê xwe dan Rojava 
22 ÇILE, 2026   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê herikîna ciwanan a ji bo tevlîbûna berxwedana Rojavayê Kurdistanê didome. 

Li navçeya Qeladizê ya herêma Raperîn a bajarê Silêmaniyê,  komeke ciwanan bi dirûşmeya, ‘Yekîtiya Netewî û Parastina Destkeftiyên Gelê Kurd’ bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ewê tevlî berxwedana Rojava bibin.

Ciwanan diyar kirin ku ew ê berê xwe bidin eniyên pêş ên şer da ku xak û welatê wan parçe nebe û gotin “Kurdistan yek parçe ye” 

Li navçeya Ranya û bajaroka Hacîawa jî, komek ciwanan bi merasîmekê ketin ser rêya Rojavayê Kurdistanê.