Ciwanên Qamişloyê li nava taxan nobedariyê dikin

Komeke ciwanên ku bajarê Qamişlo diparêzin bang li hemû ciwanan kir ku tev li seferberiya giştî bibin û deverên xwe ji êrişan biparêzin.

Ciwanên Qamişloyê li nava taxan nobedariyê dikin
26 ÇILE, 2026   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Qamişloyê bersiva seferberiya giştî da û ji bo parastina taxên bajêr komên nobedariyê ava kirine.

Ciwanên ku parastina taxan dikin bang li hemû ciwanan kir ku tev li seferberiya giştî bibin da ku herêm û axa xwe li hember êrişan biparêzin û diyar kir ku ew li ser şopa şehîd Ziyad Heleb li ber xwe didin.

Şêniyekî ku tev li nobedariya parstinê bûye, diyar kir ku wî bersiva banga seferberiya giştî da, ji bo ku piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bike.

Ciwanekî jî bang li şêniyên Qamişloyê kir ku bi awayekî çalak tev li seferberiya giştî bibin, derkevin kolanan û axa xwe biparêzin.

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişên xwe li ser kantona Cizîrê û bajarê Kobanê dewam dikin. Li hember êrişan Rêveberiya Xweser banga seferberiya giştî kir.