Li Kobanê di encama teqîna mayînan de 2 kes birîndar bûn

Li gundê Qizelî yê bajarê Kobanê di encama teqîna du mayînan de 2 kes birîndar bûn.

Li Kobanê di encama teqîna mayînan de 2 kes birîndar bûn
9 cotmeh, 2026   21:32
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku ji bajarê Kobanê hatine girtin, li gundê Qizelî dema şêniyê bi navê Reşad  Mistefa Hecî Mislim derbasî malê bibû, mayîn pêde teqiya û bi giranî birîndar dibe.

Hate zanîn ku xizmekî Reşad dema hewl da wî xilas bike mayîneke din pêde teqiya û ew jî birîndar dibe. Li gorî agahiyêan rewşa wî baş e.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Kobanê.

(bb)

ANHA