Ciwanên kurd berxwedana Rojava silav kirin

Li navçeya Turgutlu ya bajarê Manîsa ya Tirkiyê û bajarê Kurdistanê ya Êlihê li dijî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê çalakî li dar xistin.

Ciwanên kurd berxwedana Rojava silav kirin
13 ÇILE, 2026   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên kurd şevê din li bakurê kurdistan û tirkiyê berxwudana gelê kurd silav kirin.

Li bajarê manîsayê ciwanan li dîwarên taxê dirûşmên “Biji Berxwedana Rojava”, “Bi Rêbertiya azad re ber bi jiyana azad ve”, “Şehîdên Kurdistanê nemir in”, “Rojava xeta sor e”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Biji berxwedana ciwanan” hatin nivîsandin.

Nivîsînên li herêmê hatine kirin bala niştecihên taxê jî kişand û hate ragihandin ku armanc zêdekirina hişyariya civakî ye.

 Ciwanên bajarê Êlihê ji bo xwedîderketina li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd li taxa Îpragazê ya Êlihê meşayan û çalakî li dar xistin.

Her wiha ciwanan fîşekên hewayî teqandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana QSD” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Piştî demekê ciwanan dawî li çalakiya xwe anîn.