Komên hikûmeta demkî êrîşî nuqteyên QSD’ê kirin

Komên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê yên li aliyê bajarê Dêrazorê, nuqteyên QSD’ê yên aliyê din ê Çemê Firatê gulebaran kirin.

Komên hikûmeta demkî êrîşî nuqteyên QSD’ê kirin
13 ÇILE, 2026   01:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvkirin" Duh êvarî saeet di 11.25’an de çekdarên komên hikumeta Şamê êrişî nuqteyên hêzên me yên li bajarokê Ebû Hemam ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê kirin. Çekdaran ku ji aliyê din ê çemê Firatê êrişî kirin çekên otomatîk bi kar anîn.

Hêzên me tavlê bersiva jêderên êrişê dan û ji bo parastina ewlehiya nuqteyan û herêmê tedbîrên pêwîst girtin."

(b)

ANHA