Ciwanên Ermen gul li karkerên paqijiyê belav kirin

Tevgera Ciwanên Ermen bi dayîna gulan rêzdarî û spasiya xwe nîşanî karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel da.

Ciwanên Ermen gul li karkerên paqijiyê belav kirin
Ciwanên Ermen gul li karkerên paqijiyê belav kirin
Ciwanên Ermen gul li karkerên paqijiyê belav kirin
Ciwanên Ermen gul li karkerên paqijiyê belav kirin
17 tebax, 2025   12:03
HESEKÊ

Li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, Tevgera Ciwanên Ermen bi armanca rêzdarî û spasiya karkerên Şaredariya Gel a bajêr, gul li karkeran belav kirin. Xebatên dayîna gulan dema karkerên paqijiyê li ser kar bûn, pêk hat. 

Endamên Tevgera Ciwanên Ermen da zanîn armanca wan ji vê yekê peyama hezkirin û rêzdariyê ye û bang li tevahî şêniyan kir ku bi karkerên paqijiyêre re di nava hevkariyê de bin, da cihên giştî û tevahî bajar her dem paqij bin.

(dc)

ANHA