Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê, şervana YPJ'ê Berçem Kobanê bi bîr anî û diyar kir ku ew ê heya serkeftinê rêça şehîdan bişopînin.

Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
10 kanûn, 2025   17:49
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê merasîma bibîranînê ya şervana YPJˊê şehîd Berçem Kobanê (Zeyneb Mihemed), bi amadebûna endamên saziyên sivîl, meclis û tevgerên jinên li dar xist. Şehîd Berçem Kobanê di êrişa asîmanî ya dewleta Tirk a dagirker a di 1ˊê Kanûna 2024ˊan de li bajarê Kobanê de şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, endama Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê Sûryaz Simo diyar kir ku şehîd Berçem, tevî temenê xwe yê ciwan, mînaka wêrekî û biryardariyê bû, dijmin her tim jin û ciwanan armanc digire ji ber ku ew di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de roleke pêşeng dilîzin.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Berçem Kobanê û têkoşîna wê hat pêşkêşkirin û diruşmên "şehîd namirin" hatin berzkirin.

(ac/fr)

ANHA