Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê li ser Werîşe Mûradî betal kir

Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî, Mistefa Nîlî aşkera kir ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê li ser muwekîla wî rakiriye û da zanîn ku dê dosyaya wê jinûve were destgirtin.

Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê li ser Werîşe Mûradî betal kir
10 kanûn, 2025   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Mistefa Nîlî ku parêzerê girtiya siyasî ya jin a Kurd Werîşe Mûradî ya ku ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, têkildarî betalkirina cezayê darvekirinê yê li ser muwekîla xwe daxuyaniyek da.

Parêzerê Werîşe Mûradî, Mistefa Nîlî got; “Dadgeha Bilind a Îranê piştî lêkolîna li ser dosyaya muwekîla min kir, Şaxa 10’emîn ya Dadgeha Şoreşê ya Îranê, cezayê darvekirinê ku li muwekîla min hatibû birîn, rakir.

Sedema betalkirina vê biryara cezayê darvekirinê ew e ku di dema darizandinê de tometa sereke ku bingeha ferzkirina cezayê darvekirinê bû, ji bo wê ev cezayê lê hatibû birîn. Lewra ji muwekîla min re hatiye ragihandin ku dosya careke din ji bo jinûve lêkolîn li ser bê kirin, wê biçe Şaxa 10’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Îranê.”

Li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî, bi tohmetên ewlehiyê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Niha, bi betalkirina vê biryarê, divê doz jinûve bi baldarî were nirxandin.