Ciwanan rola xwe ya di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de gotûbêj kir

Ciwanên kantona Cizîrê girîngiya rola xwe ya di qonaxa niha ya li Sûriyeyê de nirxand û bal kişand ser girîngiya hevgirtin û birêxistinbûnê ji bo derbaskirina kêşeyên li pêşiya wan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk.

Ciwanan rola xwe ya di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de gotûbêj kir
Ciwanan rola xwe ya di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de gotûbêj kir
Ciwanan rola xwe ya di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de gotûbêj kir
10 gulan, 2025   15:29
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li kantona Cizîrê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan komxebata bi navê “Rola ciwanan di siberoja şoreşa gel û Sûriyeya demokratîk de” li dar xist. Komxebat li Salona Marbella ya bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan endam û nûnerên rêxistinên ciwanan hate lidarxistin.

Komxebatê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di komxebatê de ciwanan li ser girîngiya rola wan a pêşeng di qonaxa niha de, girîngiya yekgirtin û birêxistinkirina ciwanan ji bo derbaskirina pirsgirêkan û xebata ji bo avakirina siberoja Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Birûsk Gabar ji ajansa me re der barê komxebatê de got: "Armanca vê komxebatê ew e ku rola ciwanan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de were gotûbêjkirin, ezmûna ciwanan a xwebirêxistinkirinê were naskirin û çawa karibin bibin hevparê avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî.”

Di dawiya komxebatê de bal kişandin ser girîngiya berdewamiya diyaloga ciwanan û berfirehkirina qada rêxistinî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku bi îradeya gelê xwe were birêvebirin.

(k)

ANHA