Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin

Li kantona Firatê çalakiyên ji bo 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê, mafekî rewa û bingehîn e” dest pê kir.

Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
Çalakiyên 15’ê Gulanê dest pê kirin
10 gulan, 2025   15:19
KOBANÊ

Rêzeçalakiyên ji bo 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Zanîngeha Kobaniyê, hola Parka Ronîwar, navenda Kongra Star, Şaredariya Kobanê, hola navenda PYD`ê û li Dibistana Şehîd Hogir a bajarê Kobanê hatin lidarxistin.

Semînera Ii hola navenda PYD`ê ya kantona Firatê bi deqeyeke rêz dest pê kir, piştî rêzgirtinê ji rêveberên Saziya Zimanê Kurdî yê bajarê Kobanê Şervan Bekir ve hat dayîn.

Her wiha li Peymangeha Şehîd Zozan xwendekar derçûn, xwendekarên beşên mamostetiya polê, dîrok, wêjeya erebî û wêjeya îngilîzî derçûn.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê mamoste Şîrîn Ebdî axivî û ev roj li tevahî şagirtan pîroz kir û got: “Şoreşa Rojava gava ku dest pê kir, pêre şoreşa ziman jî dest pê kir, zanist û zanîn bûn faktora bingehîn û esasî, ji lew re jî xwendekarên me soza xwe ya xwendinê bi zimanê xwe da û va ye îro jî careke din bi zimanên xwe dixwînin.”

Dûre jî hevserokê Peymangeha Şehîd Zozan a Mamosteyan mamoste Hesen Ebdo Elî jî axivî û got: “Me şoreşeke bîrdozî û ramyarî jî li kêleka şorşa xwe da, di wir de me şoreşa xwe ya ziman bi pêş xist, îro jî desteyên me yên perwerdeyê, zanîngeh û dibistanê me hene. Em jî vê rojê li mamoste Viyan û Hogir pîroz dikin.”

Dûre xwendekaran mamosteyên peymangehê xelat kirin û dîlan gerandin. Piştî wê jî bawername li xwendekaran hatin belavkirin.

(sş)

ANHA