Ciwan Siko: Divê Tirkiye bi gavên şênber bersiva banga Rêber Abdullah Ocalan bide

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyeyê Ciwan Siko got banga Rêber Abdullah Ocalan di demek hestiyar û dîrokî de pêk hatiye û ji bo doza gelê Kurd pêvajoyeke girîng e. Seko diyar kir ku divê rayedarên dewleta Tirk gavên cidî biavêjin da ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.

Ciwan Siko: Divê Tirkiye bi gavên şênber bersiva banga Rêber Abdullah Ocalan bide
13 tîrmeh, 2025   07:55
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Rêber Abdullah Ocalan di 9`ê Tîrmehê de peyameke bidîmen a dîrokî da. Ev peyam ji hêla medyayê, nivîskar û siyasetmedaran ve wek pêngaveke girîng di pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên herêmê de hate nirxandin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyeyê Ciwan Ebdilkerîm Siko ev bang wek "dîrokî û girîng" nirxand, bi taybet di vê pêvajoyê de ku veguherînên mezin li Rojhilata Navîn diqewimin. Siko destnîşan kir ku "ev banga aştiyê ji bangên berê cuda ye."

11ˊê Tîrmehê, komeke gerîlayên azadiyê piştî ku bi merasîmeke li Başûrê Kurdistanê çekên xwe şewitandin û  ragihand ku ew derbasî têkoşîna siyasî bûne. Gerîlayan diyar kir ku ew "pêwîstî û girîngiya vê gava dîrokî baş dizanin. "

Der barê mijarê de Ciwan Siko got: "Partiya Karkerên Kurdistanê her dem li şûna vebijêrka leşkerî çareseriyek siyasî xwestiye û Rêber Abdullah Ocalan îro bi vê pêngavê daxwaza xwe ya aştiyê nîşan dide.”

Siko her wiha got: "Divê hikumeta Tirk bersiva vê bangê bide û doza Kurd û mafên Kurdan di destûrê û parlemanê de nas bike û girtiyên siyasî berde."

Siko di wê baweriyê de ye ku ev pêngav dê bi ser bikeve, ji ber ku şert û mercên navneteweyî hatine guhertin. Siko diyar kir ku bandora vê bangê dê bigihêje her çar beşên Kurdistanê jî û bang li partiyên Kurdan kir ku piştgiriyê bidin vê pêngavê û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd berpirsyariyên xwe pêk bînin.

(k)

ANHA