Panorama Hefteyê: Danûstandinên Şamê û Rêveberiya Xweser û rewşa aloz a Lubnanê

Li Sûriyeyê danûstandinên girîng lê ne diyarker di navbera nûnerên hikumeta veguhêz û şandeyek Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hat. Banga Rêber Abdullah Ocalan a dîrokî bûye klîta bidawîkirina şerên dehsalan. Lubnan jî pêşberî  ezmûneke siyasî ya aloz e.

Panorama Hefteyê: Danûstandinên Şamê û Rêveberiya Xweser û rewşa aloz a Lubnanê
13 tîrmeh, 2025   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteya borî de, rojnameyên Erebî der barê danûstandinên navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, û rewşa li Lubnanê, nivîsîn.

ˋGAVEK E GIRÎNG LÊ NE DIYARKER Eˊ

Der barê hevdîtinên navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojnameya El Erebî El Cedîd hevdîtin erênî nirxand û got, lê nakokiyên bingehîn li ser şeklê dewleta Sûriyeyê, tevlêkirina QSD’ê ya nava artêşê û siberoja herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi gaz û petrolê dewlemend in, hene.

Rojnameyê bal kişand ser rola DYA û Fransayê û wiha hat domand: “Amerîkî û fransî dixwazin lihevkirineke gav bi gav pêş bixin ku dê îstîqrara siyasî misoger bike û vegera tundiyê dûr bixe. Lê nakokiyên kûr li ser destûrê, dabeşkirina desthilatan û nasnameya nîştimanî hene."

ˋBANGA OCALAN YA DÎROKÎ KILÎDA BIDAWÎKIRINA ŞERÊN DEHSALAN Eˊ

Der barê mijarê de rojnameya El Ereb destnîşan kir: "Pêngava partiyê bersivdana aşkera ya bangên rêberê wê Abdullah Ocalan bû. Ji ber ku ew ji salan ve banga şersekinandinê û vekirina asoyên nû yên diyalogê dike".

Rojnameyê diyar kir: "Ocalan, tevî ku zêdetirî 25 salan hatiye girtin, xwedî hebûneke siyasî ya xurt û dengekî bıbandor e û gotinên wî yên dawîn mîna kilîtekê ne ku şerê bi salan bi dawî kiriye.”

Rojnameyê di dewama nivîsa xwe de aşkera kir: "Ocalan, dema ragihandiye ku berdewama têkoşîna çekdarê êdî bi kêr nayê û li gel guhertinên hevkêşeyên siyasî li hundirê Tirkiyeyê bû rêyeke girtî, aqilmend bû."

Li gorî rojnameyê, guhertinên siyasî yên dawîn hawîrdoreke nû ava kir ku ji nû ve PKK li rêbazên xwe vegere, nemaze êdî Kurd di Parlamentoya Tirkiyeyê de temsîliyeta siyasî ya aşkera dikin.

ˋXEWNÊN IXWAN EL MUSLIMÎN LI BER SÛRÊN ŞAMÊ HILWEŞIYANˊ

Rojnameya Okaz a Siûdî nivîsî ku Ixwan El Muslimîn, ji destpêka guhertina siyasî ya ku piştî hilweşîna rejîma Esed li Sûriyeyê çêbû ve, hewl dide ku di nav dewleta nû de cihekî bigire. Rojnameyê destnîşan kir ku Ixwan El Muslimîn bi coşeke mezin guhertin pêşwazî kir, lê di pişt perdê de, ew ji bo bikaranîna kaosê xebitî da ku bi rêya kesayetên xwe yên olî û siyasî nêrîna xwe ferz bike, heta hewl da ku cihên wekî Mizgefta Emewiyan bikar bîne da ku peyamên xwe bigihîne.

Lê li gorî rojnameyê, gelê Sûriyeyê ne amade bû ku rê li ber dubarekirina ezmûnên têkçûyî yên Îslama siyasî li gelek deveran veke. Gelê Sûriyeyê helwestên zelal li dijî hewildanên ketina nav civakê girtin, û tekez kirin ku gelê Sûriyeyê wisayet an jî bindestiya ajandeyên biyanî qebûl nake.

ˋLI LUBNANÊ EZMÛNA ÇEKANˊ

Rojnameya Independet Arabia li ser rewşa krîtîk a Lubnanê nivîsî,  piştî dirêjkirina dema dawî ya bersivdayîna peyama Amerîkayê. Ev dirêjkirina dema bersivdayînê cidiyeta rayedarên Lubnanê der barê du mijarên girîng de diceribîne: çekên Hizbullah û sererastikirina pergala darayî.

Rojnameyê diyar kir ku rewş ji hêla siyasî û ewlehiyê ve kirîtîk e. Li aliyekî himûmetek heye hewl dide rewşa hundirîn aloz nebe, li aliyekî din partiyek heye dibêje eger ew neçar bibe çek berde dê şerê navxweyî çêbibe. Rojnameyê nivîsî ku Lubnan bûye wekî erebeyek ku ji hêla du hêzên dijber ve tê kişandin: hêza yekem hewl dide ku xwe ligorî guhertinên piştî hilweşîna Esed û şerê li Xezayê biguncîne, û hêza duyemîn hewl dide ku destkeftiyên projeya berxwedanê xurt bike.

(k)